Van du hefteyan gelek tişt qewimîn. Bîra me ya civakî, li ber bayê van qewmînên lezgîn ên di nav hev de, wekî vizokê li dora xwe hat û çû. Welê bû ku gelek têgeh û qewmînên “girîng” ji bo me daketin “jirêzê” û wekî xewnekê di bîra me de winda bûn.Ji ber lezguhartina qewmînan, bîra me ya civakî “kor” bû û em li şûna ku “pirsa” bûyeran bikin, di hişa xwe ya civakî de teşekî bidinê, gelek caran tenê wekî ku li fîlmeke dramayê temaşe bikin, li bûyeran dinêrin û piştre vedigerîn ser korefamiya xwe.Ji bo civakekê “mirina spî” ye korefamî û bi vê yekê civak, bi karekteristiya xemsariyê ber bi kendalên bêbinî ve hêl û gêr dibe. Di van du hefteyan de; li aliyekî dilê me bi dirêjkirina “bêçalaktiya” PKKê, bêhnekê fireh bû, li aliyê dîtir bi çalakiya xwekujî ya li Taksîma Stenbolê, hişê me careke dîtir bi bêinsafiya “qanûnên şerî” hesiya, li rexekî aqilê me bi salonên Dadgehên Amedê li gel siyasetmedarên Kurd ên bi “Doza KCKê” têne darizandin teqle avêtin û bîra me ya civakî di rûyê me de, şerq şerq şikiya (şikest).











Di nav hengameya qewmîn de, hişên dûr diçeç kûr diçe û piştre gava li xwe dialiqin, pirsa, “Rojên tirsê yên reş û tarî gelo bi dawî tên? Jiyana ‘normal’ tiştekî çawa ye?” tê li ser zimanê min dimîne û bi lêva min dizeliqe.


