LÊLÊ WEFAT KIR!

Pîrka me Lêlê, di 24' ê Îlonê de serêsibê di nexweşxaneya Muşê de wefat kır çû ser dilovaniya xwe. Em ji xwedê jê re rehmet dixwazin û cîhê wê bihuşt be...

LÊLÊ WEFAT KIR

E-Mail: isik@hecibeg.com

 
 

© Kurdî

 

KÜRTÇE EĞİTİM

PERWERDEHIYA KURDÎ

 
 

Sözlük/Ferheng

SÖZLÜK FERHENG

 

Kim Online

Şu anda 18 konuk çevrimiçi
 

SATRANÇ/KIŞIK

SATRANÇ KIŞIK

 

 

Bayram Mesajı

BAYRAM MESAJI

 

Warning: file_put_contents(/www/htdocs/w009a293/cache/0406130467a7f0bc570fa65ebe057f9a.spc) [function.file-put-contents]: failed to open stream: Permission denied in /www/htdocs/w009a293/libraries/simplepie/simplepie.php on line 8666

Warning: /www/htdocs/w009a293/cache is not writeable in /www/htdocs/w009a293/libraries/simplepie/simplepie.php on line 1674

Warning: file_put_contents(/www/htdocs/w009a293/cache/14865bc71f252553c791fa4af63ef5a6.spc) [function.file-put-contents]: failed to open stream: Permission denied in /www/htdocs/w009a293/libraries/simplepie/simplepie.php on line 8666

Warning: /www/htdocs/w009a293/cache/14865bc71f252553c791fa4af63ef5a6.spc is not writeable in /www/htdocs/w009a293/libraries/simplepie/simplepie.php on line 1779

Warning: file_put_contents(/www/htdocs/w009a293/cache/14865bc71f252553c791fa4af63ef5a6.spc) [function.file-put-contents]: failed to open stream: Permission denied in /www/htdocs/w009a293/libraries/simplepie/simplepie.php on line 8666

Warning: /www/htdocs/w009a293/cache/14865bc71f252553c791fa4af63ef5a6.spc is not writeable in /www/htdocs/w009a293/libraries/simplepie/simplepie.php on line 1779
HECIBEG NEWSFEED
Bi xêr hatin ser Malpera Hecîbegê :: www.hecibeg.com
Malpera Gundê Hecîbegê - www.hecibeg.com

  • KCK: Rûpûşka Erdogan ket

    KCK: Rûpûşka Erdogan ket

    QENDÎL - Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan KCK’ê ragihand ku ji axavtina serokwezîrê Tirk R.T. Erdogon ya duh di Parlamentoyê de kir carek din derket holê ku di warê çareseriya meseleya Kurd de tu projeyek AKP’ê û hikûmeta Tirk tune ye. KCK’ê bal kişand ku rûpûşka (maskeya) Erdogan ketiye û got: “Ji Erdogan diyar bû ku êdî AKP’ê hêviyên xwe bi Ergenekona kesk ve girê dayî.”



  • ‘Zimanê nayê zanîn’-Omer Dilsoz

    Van du hefteyan gelek tişt qewimîn. Bîra me ya civakî, li ber bayê van qewmînên lezgîn ên di nav hev de, wekî vizokê li dora xwe hat û çû. Welê bû ku gelek têgeh û qewmînên “girîng” ji bo me daketin “jirêzê” û wekî xewnekê di bîra me de winda bûn.Ji ber lezguhartina qewmînan, bîra me ya civakî “kor” bû û em li şûna ku “pirsa” bûyeran bikin, di hişa xwe ya civakî de teşekî bidinê, gelek caran tenê wekî ku...

  • Roja Kurdan nedin reş kirin

    Disalên 1970-71-72-73 yê de televizyon hemû malên Colemêrgîya de çûne bû. Dema televizyon hati Colemêrgê jî weşana wê zelal nebû, ji wê weşandinê re “ekran biberf e, zelal dernaxe” digotin. An jî ekran wekî koma mirûyêye “ekran qarinceli ye” digotin.
    Zilamê malê dê çûba ser bani û zarok ji an pencerê de an jî berderi sekinî. Yek jî nik televizyon ê bi çav zil dinêrêyê.
    Ewê çûyî ser bani antên zivirand û bang li yê berpencerê/berderi dikir û yê ber pencerê/berderi jî bang li yê bertelevizyonê...

  • Hêvî heye-Omer Dilsoz

    Di nav hengameya qewmîn de, hişên dûr diçeç kûr diçe û piştre gava li xwe dialiqin, pirsa, “Rojên tirsê yên reş û tarî gelo bi dawî tên? Jiyana ‘normal’ tiştekî çawa ye?” tê li ser zimanê min dimîne û bi lêva min dizeliqe.

    Bêhemdê min çavên min dadikevin behra xeyalan û di navbera çend kêlîyan de kurtejiyana min weke xelekekê di ber çavên min re derbas dibe.
    Ax û keserên jiyaneke ji kirasê tirsê, ji derbiderî, dûrî, kovandarî û janan...
    Di medyayê de bi awayekî gelekî...

  • Demîrtaş: Eger ev bûyer neyê ronîkirin, emê ji hikumetê bizanîn

    ENQERE - Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, teqîna li Colemêrgê pêk hatiye wekî "Provakasyona kûr" bi nav kir û balkişand ser dema teqînê. Demîrtaş, got ku kesên ku li roja erefatê 9 endamên PKK'ê qetilkirine û ev teqîn pêkanîne heman kesin. Demîrtaş, bibîrxist ku hevdîtina wan ya bi hikûmetê re piştî vê teqînê hatiye betalkirin û wiha axivî: "Eger hikûmet vê bûyerê ronî neke, em dê hikûmetê berpirsiyar bibînin û li piştî vê provakasyonê jî hikûmetê bibînin.



  • Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîrozbahiya 1’ê Îlonê

    BDPNAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li gelek bajaran saziyên civakî yên sivîl bi girseyî daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin ku dawî li operasyonan bê. Li Wan, Edene, Enqere, Stenol, Mêrdîn, Riha, Îdir, Hatay û Amedê bi girseyî daxuyanî hatin dayîn.



  • Welatek û du paytext: Amed-Hewlêr

    Welatekî em bînin ber çavên xwe ku di babelîska sê têgeh û diyardeyan de digevize: Parçebûn, jêkvebûn û lêkvekirin...

    Welatekî em bînin hizra xwe ku bi sê nesaxiyên têper û giran dinale: Nezanî, xizanî û netifaqî...Em dikarin, vê tabloyê hêj gelek berfireh bikin, lê ez bawer dikim ku ji bo mebesta me bête fêmkirin, bo destpêka nivîsarê bes e, vêca, heke bi dilê we be jî, em hinekî xwe berdin ber pêla mijara xwe û hinekî jêk bînin derê ka çawa welatek dibe xwedanê...

  • Çek bêdeng bûn-Omer Dilsoz

    PKK’ê çek bêdeng kirin. Bêdengî di siyaseta Tirkiyeyê de serdest bû. Her kes li bendê ye ku dê “vê carê” tiştên “xweş” bên. Çu kes naxwaze “hêvî” vê carê jî, di bin lûleya tivingan de bêne fetisandin.
    Li gorî “bîlonçayên” her du aliyan jî, ji 1’ê hezîranê heta 13’ê tebaxê, bi dehan “ciwanên di bihara emrê xwe de” binax bûn. Şewitandina dar û daristan, kavilkirina war û suriştê, mirarkirina bi sedan sewalên kovî jî, bi serê xwe bû barê ser baran di vê qonaxê de...
    Di vê...

  • ‘KESK û SOR û ZER’a Baydemir û medya

    Havînên vî welatî gelek germ in, ba, wekî hilma agirî bi ser rûyê min mirovî de tê, dikizirîne. Ax, bi hesret û kesera peşkeke baranê ye.,
    Vê kelegermê tu dibê qey tîna xwe daye pêla siyasetê jî, loma, di iqlîma siyasetê de, “konsepteke’ nû tê dariştin: Ber bi referandumê ve, girara siyasetê li Tirkiyeyê bi harî dikele.
    Meydanên xelkê ji propagandayan dihefinin; li rexekî, Serokwezîrê Tayyip Erdogan werîsê “erê”vanan, li rexê dîtir, CHP-MHP werîsê “na”vanan û li rexê din jî, BDP werîsê ‘ne ji we me ne...

  • Demîrtaş: Em dê li her aliyê Tirkiyeyê rêveberiyên xweseriyên demokratîk ava bikin

    Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, tevlî 4'emîn Şahiyên Piştgiriyên Çandê yên Golyaziyê bû. Demîrtaş, diyar kir ku gelê kurd bi referandûmê fersendeke dîrokî girtiye û divê gelê kurd ji bo ku kesên ziman, çand û hebûna wan înkar dikirin vê fersenda hesabpirsînê winda neke. Demîrtaş, anî ziman ku Serokwezîr Erdogan dêbêje 'Ez dê bi makezagona 12'ê Îlonê re rû bi rû bêm" lê Erdogan di rojên darbeyê de ji bo makezagonê got 'erê'. Demîrtaş, bi lêv kir ku ew dê li her aliyên Tirkiyeyê rêveberiyên xweseriyên demokratîk biafirînin û...

  • Kurd û referandûm- Mizgîn Bîngol

    Referandûm li welatên demokratîk rêbazeke herî esas ya demokrasiyê ye. Bi referandûman gelek welat li rewşê dinêre û li wî gorî reforman an jî guhertinan di nava zagonên xwe de pêk tînin.  Li welatên ku hina nizanin welat li gor nirxên demokrasiyê bi rê ve bibin dewlet refandûmê weke rêbazeke ji bo ku înîsiyatîfa gel zêdetir bikin bin îpoteka siyasetê  referandûm ê pêk tîne.
    Ev çend roj in refandûma guhertina zagonên bingehîn ên Komara Tirkiyeyê di rojevê de ye. Ew ê di  salvegera darbeya leşkerî ya 12’ê...

  • Li wê derê warek heye: CULEMÊRG-Omer Dilsoz

    Sal 2010. Sedsala 21’ê, berî çend rojan Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê, serxwebûna Kosovayê erê kir.
    Li Tirkiyeyê, bayê referandumê, devjeniya li ser Heronan, daxuyaniya Serkaniya Giştî ya derbarê “hejmara kuştîyên vê mehê” de wekî fîlmekî ku gelek caran me temaşe kiribe, di ber çavên me re dibore.
    Ji bo xelkê ku li ser “xwîna zarokên xelkê” bazarê dikin, her der DEŞT e. Lê a rastîn, jiyan ne DEŞT e, KENDAL e, hem jî kendaleke wisa rijdeye, çu kes nikare xwe pê ve ragire...
    Di nav...

  • Devlet û A.K.P. Dibêje Şer, Şer, Şer…/Mihdi PERİNÇEK

    Rojeva Tirkiye yan nuh bûyê artêşa/ordîya profesyonel/ taybet. Rojeveke bi darê zorê û bêkêr e. Tiştên di xwezayiya xwe de xwe nû neke mirov jê re dibêje nûkirina bi zorê. Wekî garisê hîbrîd. An jî, ji bo ku berî dema gihiştinê hatiye berhevkirin wekî fêkîyê bê tahm û wekî derî û paceyê PVC/naylon e.
    Bi zaneyî yan bê zaneyî, her kes li ser vê mijarê qise dike. Lê belê, ji bo ku mirov li ser avayê, şixulîn û çerçoveya ev hêzên çekdarî biaxive gerek pisporiya wan an leşkerî...

  • Ahtapot Paul û Pirsa Kurd-Omer Dilsoz

     

    Ez, li ajansan temaşe dikim, piştre çavek davêjim kanalên televizyonê: Agir dibare. Germ e, gelek gelek germ e, agir dibare, kelekela germê, hema bêje mejiyê mirovî dikelîne...
    Li rexekê agirê operasyon û pêla antî-kurd, li rexê dîtir, qehremanê Kupaya Cîhanê Ahtapot Paulê xwebizank (kahîn)...
    Rojev dikele:
    Yek radibe, (Ertuğrul Özkök) kevirekî diavêje binê bîrê: Gelo ma kurd û tirk hewceyî hev in? An jî wekî wî gotî: Ma em mecbûr in bi hev re bijîn?
    Berî ku gotinên li xwarê bêne gotin, na na , berî ku...

  • CÎK: Bila Kurd li cenazeyên zarokên xwe xwedî derkevin

    CÎKBERLÎN - Civaka Îslamiya Kurdistanê di daxuyaniyek ya jibo raya giştî de, bang li gelê Kurd kir ku xwedî li cenazeyên gerîllayên xwe derkevin. Di daxuyaniyê de balkişand ser operasyon û hovîtiya dewleta Tirk ya liser cenazeyên gerîllayan. Herwiha di daxuyaniyê de, êrîşên dewleta Tirk hat şemezar kirin û bang li gelê Kurd hat kirin ku li hember van êrîşan hişyarbin û yeketiya xwe ya netewî çêbikin.Daxuyani wihaye;

    Em li ser navê Civaka Islamiya Kurdistanê ji raya gişti re diyar dikin...

  • Diyalog- Omer Dilsoz

    Van rojan, heke gotin binecih be, tîr ji kevanê firiyaye, derdora têra xwe bi mij û dûman e...
    Rojev, sêla şariyayî/sincirî ye, belki hewa jî wisa ye, agir dar û dehlan dikeve, erd û ax pêkve disojin...
    Çi tasduf e, di heman demê de, agir bi malên xelkê dikeve, bi dilê dayikan, bi ocaxa dê û bavan, bûkên salê çav tijî rondik, roj naçe ku xebereke reş neyê belavkirin di tv û radyo, rojname û ajansan de; bı herfên girs û flaş derbas dibe: Geli bîner û...

  • Bi zanebûn şewitandin

    Heyeta parêzvanên mafên mirovan ku ji bo lêkolînê çûn gundên Bizinka û Xirbekur ên Êlihê û gundê Şemsê yê Sêrtê ku ji aliyê leşkeran ve hatibûn şewitandin, encamê lêkolînê ji raya giştî re aşkera kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku leşkeran bi zanebûn gund şewitandine û xwestin ku zirara gundiyan bê tazmînkirin
    Di 23’yê hezîranê de gundên Bizinka û Xirbekûr ên navçeya Heskîfê ya Êlihê û gundê girêdayî Sêrtê Şemsê ji aliyê leşkeran ve hatibûn şewitandin. Piştî bûyerê ÎHD û MAZLUMDER’ê Amedê û GOÇ-DER’ê li gundan lêkolîn...

  • Li hewa hat li hewa çû

    Piştî wêneyê têkçûna Erdogan vedibêje, gundiyên Gareyê jî agahiyên ku vê têkçûnê pesend dikin dan. Gundiyan anî ziman ku Erdoganê li hewa hat û li hewa çûye û ger bihata cem wan, çend gotinên wan jî hebûn
    Gundiyên Gare, Gelîşîm û Meleyan, bang li Serokwezîr Erdogan ê ku piştî pevçûna herêma Gareya Şemzînanê ziyaret kir, kirin û wiha gotin: "Pisgirêka kurd ne bi operasyon û leşkeran, dê bi diyaloga hikûmet û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çareser bibe"
    Gundiyên gundên Gare, Gelîşîm û Meleyan ziyareta Serokwezîr Erdogan a...

  • 'Bila endamên koma aştiyê bên berdan'

    'Bila endamên koma aştiyê bên berdan'
    Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Bengî Yildiz, diyar kir ku 'Hewldana kurdan' a Hikûmeta AKP'ê, dika şahoyê ye û wiha got: "Perdeya dawî ya dikê bi girtina endamên Koma Aştiyê re hate girtin." Li Stenbolê jî, polîsan bûyera li Colemêrgê wekî hincet nîşan dan û ji bo çalakî tenê destûra 5 daqîqeyan dan.
    ÊLIH
    Rêxistina BDP'ê ya Êlihê, der barê girtina 10 endamên Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk de li avahiya bajar civîna çapameniyê pêk anî. Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Bengî Yildiz,...

  • Zarokên me wijdanê me ne

    Bi mebesta ku zarokan, kevir avêtine panzêran an jî avêtine polîsan, bi tangan didine ser wan. Û cendekê wan di nava pedelên panzêran de diperçiqînin. Lê yên  ku li parka ji xwe re bi xeyalê mezinbûna xwe dileyîzîn jî, bombeyan diavêjin nava wan û wan qetil dikin. Di şahiya Newrozan de milê wan li ber kamerayan dişikînin. Ogur Kaymaz bi berdilkên dibistanê, Ceylan Onkul li ber bizinan bû, kevir di destên wan de nebûn jî hatin qetilkirin.
    Çima ev zarokên ku divê li dibistanê bin, wan ji dibistanê...

Share |