LÊLÊ WEFAT KIR!

Pîrka me Lêlê, di 24' ê Îlonê de serêsibê di nexweşxaneya Muşê de wefat kır çû ser dilovaniya xwe. Em ji xwedê jê re rehmet dixwazin û cîhê wê bihuşt be...

LÊLÊ WEFAT KIR

E-Mail: isik@hecibeg.com

 
 

© Kurdî

 

KÜRTÇE EĞİTİM

PERWERDEHIYA KURDÎ

 
 

Sözlük/Ferheng

SÖZLÜK FERHENG

 

Kim Online

Şu anda 9 konuk çevrimiçi
 

SATRANÇ/KIŞIK

SATRANÇ KIŞIK

 

 

Bayram Mesajı

BAYRAM MESAJI

 
Bi xêr hatin ser Malpera Hecîbegê :: www.hecibeg.com
KCK: Rûpûşka Erdogan ket PDF Yazdır e-Posta
Nûçeyên Kurdî

KCK: Rûpûşka Erdogan ket

QENDÎL - Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan KCK’ê ragihand ku ji axavtina serokwezîrê Tirk R.T. Erdogon ya duh di Parlamentoyê de kir carek din derket holê ku di warê çareseriya meseleya Kurd de tu projeyek AKP’ê û hikûmeta Tirk tune ye. KCK’ê bal kişand ku rûpûşka (maskeya) Erdogan ketiye û got: “Ji Erdogan diyar bû ku êdî AKP’ê hêviyên xwe bi Ergenekona kesk ve girê dayî.”

Devamını oku...
 
‘Zimanê nayê zanîn’-Omer Dilsoz PDF Yazdır e-Posta
Kullanıcı Değerlendirmesi: / 6
ZayıfEn iyi 
Nûçeyên Kurdî

Van du hefteyan gelek tişt qewimîn. Bîra me ya civakî, li ber bayê van qewmînên lezgîn ên di nav hev de, wekî vizokê li dora xwe hat û çû. Welê bû ku gelek têgeh û qewmînên “girîng” ji bo me daketin “jirêzê” û wekî xewnekê di bîra me de winda bûn.Ji ber lezguhartina qewmînan, bîra me ya civakî “kor” bû û em li şûna ku “pirsa” bûyeran bikin, di hişa xwe ya civakî de teşekî bidinê, gelek caran tenê wekî ku li fîlmeke dramayê temaşe bikin, li bûyeran dinêrin û piştre vedigerîn ser korefamiya xwe.Ji bo civakekê “mirina spî” ye korefamî û bi vê yekê civak, bi karekteristiya xemsariyê ber bi kendalên bêbinî ve hêl û gêr dibe. Di van du hefteyan de; li aliyekî dilê me bi dirêjkirina “bêçalaktiya” PKKê, bêhnekê fireh bû, li aliyê dîtir bi çalakiya xwekujî ya li Taksîma Stenbolê, hişê me careke dîtir bi bêinsafiya “qanûnên şerî” hesiya, li rexekî aqilê me bi salonên Dadgehên Amedê li gel siyasetmedarên Kurd ên bi “Doza KCKê” têne darizandin teqle avêtin û bîra me ya civakî di rûyê me de, şerq şerq şikiya (şikest).

Devamını oku...
 
Roja Kurdan nedin reş kirin PDF Yazdır e-Posta
Kullanıcı Değerlendirmesi: / 8
ZayıfEn iyi 
Nûçeyên Kurdî

Disalên 1970-71-72-73 yê de televizyon hemû malên Colemêrgîya de çûne bû. Dema televizyon hati Colemêrgê jî weşana wê zelal nebû, ji wê weşandinê re “ekran biberf e, zelal dernaxe” digotin. An jî ekran wekî koma mirûyêye “ekran qarinceli ye” digotin.
Zilamê malê dê çûba ser bani û zarok ji an pencerê de an jî berderi sekinî. Yek jî nik televizyon ê bi çav zil dinêrêyê.
Ewê çûyî ser bani antên zivirand û bang li yê berpencerê/berderi dikir û yê ber pencerê/berderi jî bang li yê bertelevizyonê dikir.
Yê ber televizyonê bi hêcan “weşandin zelal nîn e, sinyal hat, hat û çû, weşan zelal bû” digote yê berpencerê û yê ber pencerê jî gotinên wi ji bo yê ser bani dubare dikir.
Caran yê ser bani vêzar dibû û sexera yê jêri dibir. Yê ber pencerê çi kurikê wi be çi biraza an jî lêzimek wi be di gotê “kuro kurê se, kurê keri, ji min re henekîya neke, baş temaşe bike kanê derêxe an  dernaxe.” 

Devamını oku...
 
Hêvî heye-Omer Dilsoz PDF Yazdır e-Posta
Kullanıcı Değerlendirmesi: / 2
ZayıfEn iyi 
Nûçeyên Kurdî

Di nav hengameya qewmîn de, hişên dûr diçeç kûr diçe û piştre gava li xwe dialiqin, pirsa, “Rojên tirsê yên reş û tarî gelo bi dawî tên? Jiyana ‘normal’ tiştekî çawa ye?” tê li ser zimanê min dimîne û bi lêva min dizeliqe.

Bêhemdê min çavên min dadikevin behra xeyalan û di navbera çend kêlîyan de kurtejiyana min weke xelekekê di ber çavên min re derbas dibe.
Ax û keserên jiyaneke ji kirasê tirsê, ji derbiderî, dûrî, kovandarî û janan...
Di medyayê de bi awayekî gelekî berfireh tê vegotin: diyalog, li şûna çekan axaftin, muzakere, li beramber gotinên nêzî hêviyê, nêzî jiyanê; aştî...
Ez qet dirêj nakim...

Devamını oku...
 
Demîrtaş: Eger ev bûyer neyê ronîkirin, emê ji hikumetê bizanîn PDF Yazdır e-Posta
Kullanıcı Değerlendirmesi: / 2
ZayıfEn iyi 
Nûçeyên Kurdî

ENQERE - Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, teqîna li Colemêrgê pêk hatiye wekî "Provakasyona kûr" bi nav kir û balkişand ser dema teqînê. Demîrtaş, got ku kesên ku li roja erefatê 9 endamên PKK'ê qetilkirine û ev teqîn pêkanîne heman kesin. Demîrtaş, bibîrxist ku hevdîtina wan ya bi hikûmetê re piştî vê teqînê hatiye betalkirin û wiha axivî: "Eger hikûmet vê bûyerê ronî neke, em dê hikûmetê berpirsiyar bibînin û li piştî vê provakasyonê jî hikûmetê bibînin.

Devamını oku...
 
Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîrozbahiya 1’ê Îlonê PDF Yazdır e-Posta
Kullanıcı Değerlendirmesi: / 3
ZayıfEn iyi 
Nûçeyên Kurdî

BDPNAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li gelek bajaran saziyên civakî yên sivîl bi girseyî daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin ku dawî li operasyonan bê. Li Wan, Edene, Enqere, Stenol, Mêrdîn, Riha, Îdir, Hatay û Amedê bi girseyî daxuyanî hatin dayîn.

Devamını oku...
 
<< Başlangıç < Önceki 1 2 3 4 5 6 7 Sonraki > Son >>

Sayfa 1 / 7

Share |