LÊLÊ WEFAT KIR!

Pîrka me Lêlê, di 24' ê Îlonê de serêsibê di nexweşxaneya Muşê de wefat kır çû ser dilovaniya xwe. Em ji xwedê jê re rehmet dixwazin û cîhê wê bihuşt be...

LÊLÊ WEFAT KIR

E-Mail: isik@hecibeg.com

 
 

© Kurdî

 

KÜRTÇE EĞİTİM

PERWERDEHIYA KURDÎ

 
 

Sözlük/Ferheng

SÖZLÜK FERHENG

 

Kim Online

Şu anda 8 konuk çevrimiçi
 

SATRANÇ/KIŞIK

SATRANÇ KIŞIK

 

 

Bayram Mesajı

BAYRAM MESAJI

 
Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê pîrozbahiya 1’ê Îlonê PDF Yazdır e-Posta
Kullanıcı Değerlendirmesi: / 3
ZayıfEn iyi 
Nûçeyên Kurdî

BDPNAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li gelek bajaran saziyên civakî yên sivîl bi girseyî daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin ku dawî li operasyonan bê. Li Wan, Edene, Enqere, Stenol, Mêrdîn, Riha, Îdir, Hatay û Amedê bi girseyî daxuyanî hatin dayîn.

WAN

Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Wanê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan û bal kişandin ser şerê herêmê û li gel bêçalaktiyê hêj operasyon didomin. Endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê li ber avahiya BDP'ê ya Wanê hatin cem hev. Parlementera BDP'ê ya Wanê Fatma Kurtulan, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş û Serokê Rêxistina BDP'ê ya Wanê Cuneyt Caniş jî piştgîrî dan dayîkan. Dayîkan pankarta "Bila gel bêdeng bibin, aştî biaxive" vekirin û li ser navê dayîkan Zelîha Tunç daxuyanî xwend û daxwazên dayîkan ên aştiyê careke din anîn ziman. Tunç, anî ziman ku di şerê Tirkiyeyê de bedela herî mezin dayîkan kişand û wiha got: "Pirsgirak kurd incax li ser bingehekî demokratîk û bi riya diyalogê çareser bibe. Biryara PKK'ê ya bêçalaktiyê wê di 20'ê îlonê de bi dawî bibe. Li gel biryara bêçalaktiyê hêj operasyon didomin û her roj agahiyên mirinan tên. Bila destê aştiyê yê dirêj kirin li hewa nemîne. Em wekî dayî dixwazin biryara bêçalaktiyê bibe dualî û operasyon bên rawestandin." Piştî daxuyaniyê dayîkê Aştiyê ji bo mîtînga 3'yê Îlonê li Kolana Komarê belavok belavkirin.

ENQERE

SES, Yekîtiya Tabîbên Tirk, Sendîqaya Devrîmcî Saglîk îş'ê, Komeleya Psîkiyatrî ya Tirkiyeyê, Hemû Teknîsyenên Radyolojiyê û Komeleya Teknîkerlerî, têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di şerên tên jiyîn de bipêkirinên mafan ên herî zêde tên jiyîn û zêdetirî leşkeran sivîl jiyana xwe ji dest didin.

EDENE

Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê, bi heman armancê li ser Pira Kevir "Zincîra Aştiyê" pêk anîn. Piştê vê yekê daxuyanî hat dayîn. Alîkara Hevseroka BDP'ê Nursel Aydogan, endamên Meclîsa Jinê ya BDP'ê, EMEP, Kolektîfa Femînîsta Sosyalîst beşdar bûn. Komê pankarta "Dê serketina mirovahiyê aştî be" vekirin û dowîzên "Hewcehiya me hemûyan bi wekhevî, azadî, demokrasî, aşî û mafên mirovan heye" hatin hilgirtin. Komê sloganên "Bila çek bêdeng bibin aştî biaxive", "Bijî aşitî" û "Bijî biratiya gelen" berz kirin. Li ser navê komê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Osman Kuçukosmanoglu, daxuyanî xwende û dîroka 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê vegot. Kuçukoglu, anî ziman ku ji sala 1984'an heta niha li gorî hejamarên fermî di pevçûnan de 50 hezar kes li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da û wiha got: "4 hezar gund hatin şewitandin. Bi milyonan mirov koçber bûn. 17 hezar bûyerên kiryar nediyar pêk hatin. Ev yek encam şer ya tê zanîn e."

Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku di şerên tên jiyîn de herî zêde jin û zarok zirarê dibînin û zarokên di mirinê difilitin û qet dimînin jî di salên borî de travmayên derûnî dijîn û jin jî di şerên pêk tên de dibin hedefa şîdeta zayendî. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pereyên li leşkeran tên xerçkirin, ji pereyên ji bo pêşketinan tên xerçkirin zêdetir e û nayên ev çavkanî ji bo çûnên tendûristiyê bên bi kar anîn.

DIVÊ PIRSA KURD BI AWAYEK BI RÛMET ÇARESER BIBE

Odeya Endezyarên Madenê ya girêdayî TMMOB'ê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê hate gotin ku şer wekî şermeke mirovahiyê ye û têkoşîna li hemberî şer ya ji bo aştiyê jî di heman demê de peywira mirovahiyê ye. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku lazime êdî pirsgirêka kurd bê çareser kirin û ev tişt hatin gotin: "Êdî lazime pirsgirêka kurd jî bi avayekî bi rûmet û aştiyane bê çareserkirin. Bila ji bo çareseriyê makeqanûnek nû bê amadekirin û ewlehiya meqekanûnû ji kurdan re bê dayîn.

Sendîqeya Tez- Koop Îş'ê ya Girêdayî Turk Îş'ê jî bi heman armancê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em hêvî dikin ku 1'ê Îlonê ji herema me û rojhilata navîn re bibe sedema aştiyê.

STENBOL

Li Stenbolê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji aliyê Meclîsa Jinan ya BDP'ê Komeleya Dayîkên Aştiyê ve daxuyanî hatin dayîn. Endamên Meclîsa Jinan ya BDP'ê ya li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê civînek çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de pankarta "Jin aştiyê dixwazin. Em referandûmê boykot dikin" hate vekirin. Turkan Esen Ser navê jinan daxuyanî xwend û diyar kir ku ew aştiyê dixwazin. Esen wiha domand: "Em tenê ji bo xwe aştiyê naxwazin. Em ji bo dar ber, jin û mêrên çiyayên Cudî, Çirav, Gabar û Munzurê jî aştiyê dixwazin." Esen, bersivnedayîna hikûmetê ya biryara bêçalaktiya KCK'ê şermezar kir û got ku hikûmet naxwaze pirsgirêkê çareser bike. Jinan bang li hemû kesî kir ku li hemberî polîtîkayên hikûmetê tevli boykotê bibin. Endamên Komeleya Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê jî bi heman armancê di avahiya komeleyê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Endama Komeleyê Cemîle Akgun, li ser navê dayîkan daxuyanî xwend û bang li Serokwezîr kir ku hêj nebûyî dereng bersiv bide biryara KCK ya bêçalaktiyê.

HANÎ

Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Hanê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Navçeya Hanê M. Zekî Îdîk, jî bal kişand ser pevçûn û operasyonan û xwesd hekûmet dawî li operasyonan bîne.

LÎCÊ

Rêxistina BDP'e la Lîceyê bi heman armancê li avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên BDP'ê û Şaredara Lîceyê Fîkriye Aytin amade bûn. Rêvebera BDP'ê ya navçeyê Gulîstan Încekara, daxuyanî xwend û xwest hikûmet guh bide daxwazên KCK'ê û dawî li operasyonan bîne.

BÎSMÎL

Rêxistina BDP'ê ya Bîsmîlê jî di heman çarçoveyê de li meşek pêk anî. Di meşê de Şardara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bîsmîlê Mehdî Tanrikulu, Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Bîsmîlê Murat Baran, rêveberên MEYA-DER'ê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girseya li ber avahiya BDP'ê ya Bîsmîlê kom bûn, heta Şaredariya Bîsmîlê meşiyan. Komê di meşê de dowîzên "Her şer bi aştiyê bi dawî dibe, demek zûtir aştî", "An aştiyek bi rûmet, an jî şerekî bi heybet", "Aştî bu muhatabê wê re tên kirin, muhatab li Îmraliyê ye" hatin bilind kirin. Komê bê navber dirûşmeyên "Bijî Aştî", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Komê piştî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî dîsa heta ber avahiya BDP'ê meşiyan.

RIHA

Platforma Demokrasiyê ya Rihayê jî bi heman armancê li Parka Alî Şellî çalakî pêk anî. Koma ku li Parka Alî Şellî kom bû xwest heta 20'emîn Tugaya Zirxî bimeşin. Lê kom rastî astengiya polîsan hat. Girseya ku li parkê kom bû li vir daxuyani da çapememiyê. Di daxuyaniyê de Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, endam û rêveberên BDP'ê endamên Dayikên Aştiyê jî amade bûn. Girsê xwest heta 20'emîn Tugaya Zirxî bimeşin lê rastî astenyga polîsan hatin. Ji ber destûr nehat dayîn Platformê Daxuyanî li Parkê da. Li ser navê platformê Berdevkê Platforma Demokrasiyê û Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Sitki Dehşet daxuyanî xwend. Dehşet, xwest dawî li operasyon û pevçûnan bê û pirsgirêka kurd bi riya aştî û demokrasiyê çareser bibe. Dehşet, bal kişand ser biryara KCK'ê ya bêçalakiyê û xwest hikûmet bi gavên erênî bersîvê bide aştiyê.

Piştî daxuyaniyê li ser navê girsê dayikên aştiyê û Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî çarik danîn ber deriyê 20'emîn Tugaya Zirxî ya Rihayê

ÎDIR

Rêxistina BDP'ê ya Îdirê, têkildarî 1'ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da çapameniyê. Di daxuyaniya çapameniyê ya li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya bajar hate dayîn de Wekîlê Şaredar Huseyîn Malk, Serokê Rêxistina BDP'ê Bajar Salîh Tîkîz û rêveber beşdar bûn. Cîgirê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Îdirê Halît Kum daxuyanî xwend. Kum balkişand ser biryara bêçalaktiyê ya KCK'ê û wiha got: "PKK'ê banga birêz Abdullah Ocalan, KCD'ê û rêxistinên civakî yên sivîl bersivand û di 13'ê tebaxê de biryara bêçalatiyê îlan kir. Lê yi gel vê biryara hate dayîn operasyonan dom kir. Ji bo biryara bêçalaktiyê mayîn de bibe û kes jiyana xwe ji dest nedin, lazime otorîteya siyasî, ronakbîr û aştî hes bikevin nava hewildanan."

MÊRDÎN

Platforma Demkorasiyê ya Mêrdîn jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Komê li Semta Yenîşehîr a Mêrdînê daxuyanî da. Li ser navê Platformê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Erdal Kuzu, daxuyanî xwend. Kuzu, xwest ev firseta bêçalakiyê ji dest neyê revandin û bang li her kesî kir ku li aştiyê xwedî derkevin

HATAY

Platforma Demokrasiyê ya Hatayê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek li dar xist. Meşa li ber Egîtîm Sen'ê dest pê kir heta Qda Ulusê berdevam kir û sloganên "Biji Aşiti" û "Bijî biratiya gelan" berz kirin. Li ser navê platformê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Hatayê Mîthat Can, axaftinek kir bal kişand ser civakên bi hev re di nav aştiyê de dijîn. Can, xwest ku demildest operasyon bên rawestandin û peêvajoya diyalogê dest pê bike.


ANF NEWS AGENCY

 

Share |