LÊLÊ WEFAT KIR!

Pîrka me Lêlê, di 24' ê Îlonê de serêsibê di nexweşxaneya Muşê de wefat kır çû ser dilovaniya xwe. Em ji xwedê jê re rehmet dixwazin û cîhê wê bihuşt be...

LÊLÊ WEFAT KIR

E-Mail: isik@hecibeg.com

 
 

© Kurdî

 

KÜRTÇE EĞİTİM

PERWERDEHIYA KURDÎ

 
 

Sözlük/Ferheng

SÖZLÜK FERHENG

 

Kim Online

Şu anda 20 konuk çevrimiçi
 

SATRANÇ/KIŞIK

SATRANÇ KIŞIK

 

 

Bayram Mesajı

BAYRAM MESAJI

 
KCK: Rûpûşka Erdogan ket PDF Yazdır e-Posta
Kullanıcı Değerlendirmesi: / 0
ZayıfEn iyi 
Nûçeyên Kurdî

KCK: Rûpûşka Erdogan ket

QENDÎL - Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan KCK’ê ragihand ku ji axavtina serokwezîrê Tirk R.T. Erdogon ya duh di Parlamentoyê de kir carek din derket holê ku di warê çareseriya meseleya Kurd de tu projeyek AKP’ê û hikûmeta Tirk tune ye. KCK’ê bal kişand ku rûpûşka (maskeya) Erdogan ketiye û got: “Ji Erdogan diyar bû ku êdî AKP’ê hêviyên xwe bi Ergenekona kesk ve girê dayî.”


KCK li hember axavtina Erdogan - ya duh a li Parlamentoyê ku projeya Xweseriya Demokratîk a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wek ‘projeyek kirêt û xeternak’ dest nîşan kiribû, hişk bertek nîşan da.

Di daxûyaniya KCK’ê ya di vî warî de wiha hat gotin: “Serokwezîrê Tirk ev çend qirêj û kirêt bûye ku mafên herî xwezayî yên gelekî û projeya wê ya çareseriyê wek kirêtî dinirxîne û li beramber hêzên Kurd ên welatparêz bi zimanekî gefxwar (tehdîtkar), bi helwesteke êrîşkar axiviye.”

PROJEYA XWESERIYÊ RÛPÛŞKÊN WAN XIST

Di daxwiyaniyê de hat diyarkirin ku vê rewşê carekî derxist holê ku ji bo çareseriya meseleya Kurd, ti projeyek Serokwezîrê Tirk R. Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê tune ye, tenê dixwazin gelê Kurd bixapînin. Daxûyanî wiha didome: “Lewre projeya Xweseriya Demokratîk a ji aliyê KCD’ê ve hatiye aşkerakirin û gel lê xwedî derketiye, Erdogan bê pîvan û bê perwa êrîş dike. Di rastiya xwe de, wek esasî, projeya Xweseriya Demokratîk, rûpûşka kes û aliyên ku dixwazin Kurdan bixapînin û bînin lîstikê, aniye xwarê (xistiye) û rûyê wan ê rastî diyar kiriye. Êrîşkarî û alozbûna Serokwezîr ji ber vê yekê ye.”

KCK’ê di daxûyaniya xwe de dest nîşan kir ku ji aliyekî ve dibêje ez li pirsa Kurd xwedî derdikevim, ji aliyê din ve pişta xwe dide xayîn û nokerên cem xwe, dixwaze Kurdan ji binî ve xilas bike.

Derbarê vê mijarê de daxwiyaniya KCK’ê wiha berdewam dike: “Meseleya Kurd, pirsgirêkeke dîrokî, neteweyî û civakî ye; bi tasvîye (aşbetalî) û xapandinê tu kes û alî nikare ji nav bibe. Di vê mijarê de xayîn (îxanetkar) û nokerên cem wan û derdorên berjewendîperest asta wan çi dibe bibe, dê nikaribin encamê biguherîne. Di şûna ku projeyê binirxîne û gotûbêj bikin, yekser redkirina wê û tawanbarkirina KCD’ê, her wiha li KCD, BDP, tevgera me, gelê me û şaredariyên BDP’ê gef xwarin, sedemê vê yekê ew e ku projeya xweseriyê rûyê xapînok û kirêt ê AKP’ê û Erdoganî derxistiye holê.”

AKP LI DIJÎ KURDAN POLÎTÎKAYA RIZANDINÊ DIDE MEŞANDIN

Di daxûyaniyê de hat ragehandin ku R.T. Erdogan bi daxûyaniya xwe ya dawî peyîtand ku AKP di pêşiya çareseriya rasteqîne, dadyane û demokratîk a meseleya Kurd de asteng e û wiha pêde diçe: “Êdî diyar bûye ku AKP’ê hêviyên xwe bi Ergenekona kesk ve girê dayî. Ji înkarkirina mafê gelê Kurd a zimanê xwe di nav qadên gelemperî de bikaranîn, sînordarkirina zimanê gelê Kurd, carekî din, îfadekirina yek dewlet, yek ziman, yek netewe, yek welat... hwd. ku fermana darvekirina Kurdan e, bi hemû zelalî û rûtbûna xwe ve derdikeve holê ku hikûmeta AKP’ê li dijî gelê Kurd polîtîkayeke helandin û tunekirinê li demê belav kiriye. AKP’ya ku her tişr ji bo piştî hilbijartinên giştî talox kirî, bi vî awayî derdikeve ku dê piştî hilbijartinan çi pêk bîne. Ji ber ku îdîa û angaşta wê ew e ku tiştên ku divê bên kirin, hatine kirin.”

KILIÇDAROGLÛ DI NAV VALAHIYEKE RÛMETÎ DE YE

Di daxûyaniyê de derbarê jiyana du-zimanî de gotinên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû ku gotibû ‘projeya jiyana du-zimanî anor û rûmeta me diêşîne’ bi hişkî hat rexnekirin.

Di vî warî de daxûyanî wiha didome: “Ji van helwestan derdikeve ku înkara gelê Kurd çiqas kûr hatiye hûnandin û diyar dibe ku di CHP’ê de di rastî û bingeha xwe de ti tişt neguheriye. Her wiha zelal bûye ku Kiliçdaroglû qasî ku nikare reh û koka xwe ya gelî aşkera bike, ketiye nav valahiyeke rûmetî û anorî.”

DIVÊ GELÊ KURD RÊXISTINBÛYÎNA XWE BI HÊZ BIKE

Daxûyaniya Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha bi dawî dibe: “Bi taybetî kes û karên me yên bi awayekî bi AKP’ê re pêwendî daniye, divê înkarperestiya T. Erdogan a beramber hebûna gelê me û mafê gel ê herî xwezayî bibînin û xwe beşdarî refên welatparêzan bikin. Divê gelê li hember kiryar û helwestên AKP’ê yên înkarperest, pêgeha Xweseriya Demokratîk bi hêztir bikin. Em bang li gelê me dikin ku di serî de di qadên zimanî û çandî de bi hemû aliyan ve di hemû qadên jiyanê de bi biryar û pêdagir bin, divê xweseriya demokratîk ava bikin û li hember hemû astengî, gef, êrîşên li dijî avakirina xweseriyê pêk tên, divê rêxistinbûyîna xwe û yekîtiya xwe bi hêztir bikin.

Tupperware Dosenöffner D 159, neu, ovp

 

 

Share |